Gomana Karekî Terorsit Li Êrîşa Orlando Tê Kirin

Êrîşkerî biser yana hevregezan ya bajîrê Orlando ya Amerîka ewa bikêmîve 50 kes koştîn binavê Omer Saddiqi Mateene û hevwelatîyekî Amerka ye tê nas kirin.

FBI da zanin, êrîş xirabtirîn yeke di diroka Amerîka da û weko kirdarekî terorist serederî digel tê kirin.

Peyvdarê FBI Ron Hopper dibêje, hişta zoye ev koştîne bi karekî terorê ve bête grêdan.

Sinatorê Florida Bill Nelson got, lêkolinan wiha diyar dike ko wa heye êrîşkerî têkelê bi Dewleta Îslamî ve hebe.