Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Duşemê soza bi “karîgerî destekdayîna êrîşên esmanî” da hêzên Sûrî ku li dora Helebê şerê dijî grubên tundrê dikin.
Lavrov Ii Moskowê got ku Rûsya bo têra xwe li benda opozîsyona nermrê maye ku ji deverên bin kontrola komên tundrê derkevin. Wî got, ji niha pê ve, divê êrîşên esmanî yên Rûsî wek surprîz neyên dîtin.
Lavrov di preskonferasnekê de got ku wan li ser rewşa nav û derdora Helebê agahî dane Amerîkîyan û ew baş zanin ku emê bi aktîfî piştgirî bidin hêzên Sûrî.
“Washington ji me û ji rêbertîya Sûrî dixwaze ku em êrîşên xwe yên esmanî, heta ku grubên nermrê ji Nusra û DAIŞê dûr kevin, paş bixin. Lê, em bawer dikin ku me ji ya hewce pirtir dema daye wan koman," Lavrov got.