Aboriya Sûriye jiber gûrbûna asta şerê di demên dawî de, di rewşeke gelekî dijwar de derbas dibe û piraniya hemwelatiyên Sûrî di asta herî nizim ya xizaniyê de dijîn.
Abûrnasê Kurd Dr. Şewqî Mihemed ji Dengê Amerîka re rewşa dawî ya aboriya Sûrî şîrove kir û sedemên ketina wê ron kir.
Dr. Mihemed dibêje, yek ji sedemên serekî ji ketina aboriya Sûrî ewe ku piraniya bengeh û jêderên neftê yên Sûrî ji destê rêjîmê derketine û desthilata wê li ser bazarganiyê nemaye.
"Li gor lêkolînên piştrastkirî, ta niha 90 % ji hemwelatiyên Sûrî di asta herî nizim ya xizaniyê de dijîn û ew li ser paşeroja aboriya Sûrî û binyatên jiyanê li wir, nîşaneke pir tirsîdar e."
Your browser doesn’t support HTML5