Çalakvanên Sûrî roja sêşemê da xuyakirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk di encama operasiyona bakurê Reqqayê de ku 24î mehê destpêkir bû, ji doh û virde 9 gund û 3 gundik ji çekdarên Daişê paqij kirine.
Rêxistina çavêriya Mafên Mirovan li Sûriyê ku çalakvanên wê li hemû aliyên Sûriyê hene, roja sêşemê da zanîn ku, bi firehîya 10 kîlometran, li başûrê bendavê û aliyê rojhilat yê rûbarê ferat gelek gund û gundik ji aliyê hêzên Sûrîya demokrat de hatin kontrokirin, gundên ku ji çekdarên Daişê hatine rizgarkirin navê çendan ji wan wehane: Xeşxaş el-kebîr, Niqot, Bîr El-Aama, Ebo el-Sefa, Romêle û Xerbet Cemîl.
Çavdêrî dibêje, ji dema destpêkirina operasiyona bakurê Reqqa roja 24î Gulanê heta niha 23 gund û gundik ji aliyê hêzên Sûrîya Demokratîk de hatine rizgar kirin.
Çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî dide zanîn ku, bi tenê li enîya rojhilatê feratê 15 termên çekdarên Daiş hatine dîtin, bi giştî ji dema destpêka operasiyonê heta niha 79 termên kuştiyên Daişê ketine di nav destên hêzên Sûriya demokratîk de, ji wana 24 termên xortên Daişê yên bi nave Eşbalul Daiş tên naskirin di nava kuştiyan de hene, herweha fermandarekî Daiş ji esil Fransî jî di nava kuştiyan de ye.