Selah Resûl: Divê Ku Amêrên Nû Yê Mûzîkê Derbasî Mûzîka Kurdî Bibin

Hunermend û dengbêj Selah Resûl bû mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng, da ku hin qûnax ji jiyana xwe ya hunerî zelal bike û roniyê bide ser salên 70, 80 yan de li Qamişlo û çalakiyên hunerî di nav Kurdên Sûrî de.

Selah Resûl di dawiya salên 70 yan de hate naskirin wekû dengbêjê zemawendên kurdî de û bi deng û şêweya xwe karî bû cihekî taybet di nav civakta Kurdî de bigere.

Selah Resûl ji hunermendê pêşî bû ku amêrên nû yên mûzîkê daixst nav strana kurdî de li Qamişlo û ta roja îro jî hîna şûn û bandora wî diyare, li ser şêweya stranên zemawendan ên Kurdî.

salah rasul

Hunermend Resûl li ser hunera kudî dibêje: "Hunera Kurdî zengîntirîn hunere, lê ew bê xwedî ye û pêdivî bi pêşxistina wê heye."

Tevî dûrbûna hunermend Resûl ji civaka kurdî li Sûrî, lê ew dîsanê jî bi hemû bûyerên welêt ve girêdayî ma û bi hunera xwe derbirînî û hestyariyên xwe tîne ziman, mîna strana wî ya nû bi navê "Kobanî".

Ji ber nexweşiya zengelokê hunermend ji meydana hunerê dûr ket, lê di sala 2016an de, ew baş bûye û bi hin stranên nû amadekariya xwe dike bo vegerek nû.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng-Selah Resûl-5-2-2016-LA