Berpirsekî Îraqî îro şemiyê got bêhtirî 12 kesên xwekuj êrîşî avahiyeke niştecîbûn û hikûmetê kirin û di encamê de bi kêmanî 6 kes hatin kuştin.
Serokê polîsê bajarokê Amiriyet el-Falûja, kolonêl Elî el-Îsawî got bi kêmanî 14 êrîşkerên xwekujî derbasî avahiyê, nav malan, navendeke polîs û nivîsîngehên hikûmetê li wir bûn.
El-Îsawî got pênc êrîşkeran di pevçûnên li gel hêzên ewlekariyê de xwe peqandin û yên din di hindirê avahiyê de man û piştre hatin kuştin.
Wî got pênc kes ji hêzên ewlekariyê û sivîlek mirin û 18 kesên din jî birîndarbûn.
Bajarokê Amiriyet el-Falûja çend maylan li başûrê Felûja ye ku di bin destê Daiş de ye li parêzgeha Enbar, ew derdora 65 km li rojavayê Bexdayê ye.