Xwepêşanderên Şîiî Êrîşî Parlemana Îraqê Dikin

Îro şemiyê li Îraqê bi sedan xwepêşanderên şîiî di ser dîwaran re derbasî herêma şîn bûn û bi hildana ala Îraqê û durişmên dijî hikûmetê êrîşî parlemanê kirin.

Ev êrîşa ku bo yekem car dibe, nîşan dide ta çi astê kirîza siyasî bilind bûye piştî bi mehan xwepêşandanên dijî hikûmetê ji aliyê alîgirên rêberê Şîiî Muqteda el-Sedir.

Tê zanîn ku herêma şên ew cihê piraniya wezaretan û balyozxaneyên biyanî ye.

Hin vîdyo yên ku bi telefonan hatî girtin, li ser medya civakî diyarkirin çawa hin ciwan derbasî nav parlemanê dibin û bi siloganan piştgiriya el-Sedir dikin û her wiha daxwaza hilweşandina hikûmeta îraqê dikin.