Hêzên Amerîkî "Wezîrê Darayî" yê Dewleta Îslamî Dikujin

Wezîrê berevaniya Amerîka Ashton Carter doh înê got hêzên Amerîkî "wezîrên darayî" yê Dewleta Îslamî Ebd er-Rehman Mistafa el-Qadulî kuştin ku ew her wiha berpirsê karûbarên derveyê gurûpê bû.

Carter got:

“Em bi awakî sîstematîk hikûmeta Daiş tune dikin"

Carter negot ka Qadulî ku her wiha bi navê Haj Îman tê nasîn, hat kuşti li Sûriyê an Îraqê. Wî her wiha diyar nekir ka ew di êrîşeke esmanî de hat kuştin an di êrîşeke li ser erdê de.

Li gor berpirsekî berevaniya Amerîka, Qadulî bi awakî çalakdar pîlan dikir ku êrîşên terorîst bibe ser welatên rojava.

Berpirsê Berevaniyê got Leşkerê Amerîka bawere ku Qadulî pere ji şervanên biyanî re dabîn dikirin ji bo êrîşên din pêkbînin wek ya Broksilê vê hefteyê.

Hêjayî gotinê ye Qadulî di destpêka sala 2012an de ji zîndanê hate azadkirin li Îraqê û 7 milyon dolar hatibû terxankirin wek xelat ji bo girtina wî.