Salih Muslim hevserokê Partiya Yekêtiya Demokrat (PYD) di hevpeyvîna ajansa Reuters de roja Sêşemê 8î Adarê dibêje, Opozisyona Sûrî ya, ji aliyê Erebistana Saudî de tê piştevanî kirin astengiyan dixe di riya prosêsa siyasî de li Sûriyê..
Muslim dide zanîn ku, ew agirbesta hatî ragihandin, jibo destpêkirina gotûbêjên aştiyê bi eşkerayî ji aliyê opoziyonê de tê asteng kirin, hewildanên netewên yekbûyî(NY) yên jibo aştiyê rastî rêgiryan tê, jiber ku, ji aliyê Opozisyona ku Erebistana Saudî wê destek dike, gelek alozî derdikevin.
Muslim jibo Reuters weha dibêje "Cîhan daxuyaniyên wan di şopîne, astengiyan peyda dikin, gelek astengî di rê de hene, astengî ji aliyê Opozisyona Riyadê de tên..bi hemû awayan ew hewil dide..çareserî çê nebe..çareseriya siyasî"
Salih Muslim derheqa pirsgirêkên Sûriyê de, nerînên xwe jibo Reuters parvekirin û weha got"pêngava yekê pirsa agirbestê ye, divê agirbest bi temamê pêk bihê, lihevhatin çê bibe, şûnde divê bihê zelalkirin, kanê kijan grup weke terorist bên ragihandin û şerê wan bihê kirin, paşan gotûbêj derheqa paşeroja Sûriyê de bihên encam dan, weke Salih Muslim hevserokê PYD jibo Reuters dide xuyakirin.