Deh Hezaran Piştgirên Sadr Daxwaza Reforman li Îraqê Kir

Bu deh hezaran piştgirên Moqtada el-Sadr di rêdeçûneke de îro Înê li navenda Bexda civîn û daxwaza pêkanîna reforman ji hikûmetê kirin.

"Serokwezîr, piştî ku gel rabû ser pîyan, niha di qonaxeke krîtîk de ye," Sadr di axaftina xwe ya di Meydana Tahrir de got.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî soz dabû ku wek bersîvdana xwepêşandanên girseyî, reforman cîh bîne û dawî li dizî, bertîl û pere xwarinê bîne.

Lê, hevrikên wî yên nav partîya wî û yên din nerazî ne ku Ebadî di cîhanîna sozên reformê de pir dereng maye.

"Îro divê ew reformên rastîn û bingehîn cîh bîne, ne yên xapandina çavan," Sadr ji alîgirên xwe yên bi alên Îraqî re got.