Li Yûnanistanê bi Kêmanî Pênc Koçber Mirî Hatin Dîtin

Pênc kesên gumane koçberin, mirî hatin dîtin li girava Samos li rojhilata Yûnanistanê,li gor raporteke desthilatdarên Yûnanî.

Peyvdareka nobedarên qeraxa deryayê gote acansa Associated Press ku nobedaran termên du mêr û sê jinan dîtin û li termekî din digerin.

Çi gemî hîn nehatine dîtin û operasyona rizgarkirinê berdewame, li gor pevdara ku desthilat nebû navê xwe ragihîne bi sedema operasyona berdewam ya rizgarkirinê.

Hêjayî gotinê ye ku leza ba 70 km bû li cihê term lê hatinî dîtin.

Girava Samos ku pir ji qeraxa Tirkiyê ve nêzîk e, ew yek ji cihên serekîn e ji bo derbasbûna koçberan bo Ewropa.

Piraniya penaberan ji Sûriyê û Îraqê ne.