Hewas Xelîl: Divê Tev Pêkhateyên Suriyê Tevlî Dêzayna Paşeroja Weta Bibin

Lidema kombûna navdar bi "Geneva 3" yan kombûna Now York bo çareserkirna qeyrana Sûrî nezîk dibe, hindek goman leser bi destxistina mafên Kurdan weko Federalîzmê peyda dike.

Endamê desteya hevpeymanîya oposizyona Sûrî Hewas Xelîl di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re dibêj, pirsa Sûrîye bê çareserkina pirsa Kurdan çareser nabe û gereke tevaya Ol û netewên Sûrî beşdarî danana rengê Sûrîya paşerojê bibe.

Herwesa birêz Xelîl got, ENKSe wê lidema danana destûrî Sûrîye şerê xew yê siyasî bo mafên Kurdan di Sûrîya demokrat da bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Hewas Xelîl