Li Sûriyê Artêşa Îslamê Serkirdeyekî Nû Binav Dike

Li Sûriyê Gurûpeka serhildêra ya ku serkirdeyê wê di êrîşeke esmanî de li nêzîkî Dîmeşqa paytext hatibû kuştin, serkirdeyekî din binavkir ku şuna wî bigre û soza berdewamiya şer kir li dijî hikûmetê û Dewleta Îslamî, Daiş.

Artêşa Îslamê got wê Îsam el-Buweydanî serkirdeyê meydanî ku bi navê Ebû Hemmam tê nasîn binav kir wek serkirdeyê gurûpê li şûna Zehran Elûş ku bi êrîşekê li ser kombûneke wan hatibû kuştin li gundewarê Dîmeşq.

Di Vîdyoyekê de li ser Înternêt derengî pêncşemê belavbûbû, peyvdarê Artêşa Îslamê got kuştina Elûş “Dê şerê me gur bike li dijî hikûmeta Beşar el-Esed û gurûpa Dewleta Îslamî, Daiş.”

Tê zanîn kuştina Elûş tê berî mehekê ji axaftinên aştiyê ku biryare bêne lidarxistin di navbera hikûmeta Sûrî û gurûpên serhildêr yên opozisyonê de, meha bê li Cinêvê.

Artêşa Îslamê ew beşdar bû di kombûna vê mehê ya opozisyonê li Erebistana Siudî ji bo duristkirina şandeke guftûgoyan li gel hikûmetê.