Erebeyeke Bumbekirî li Homs Heşt Kesan Dikuje

Medya fermi ya Sûrî û girûpeke çavdêriya opozisyonê dibêjin erebeyeke bumbekirî li taxeke di bin destê hikûmetê de li bajarê Homs teqiya û di encamê de bi kêmanî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Acansa nûçeya a fermî SANA dibêje teqînê her wiha 25 kesên din birîndar kirin di demekê de ku Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Birêtanya ye got 35 kes di teqînê de birîndar bûn.

Ev teqîna îroj şemiyê tê çend rojan piştî bi sedan serhildêr li gel malbatên xwe taxa el-Weir ya di bin destê opûozisyonê de bicîhîştin, wek parek ji agirbesteke xwecihî ku dê kontrolkirina hikûmetê li bajêr bihêztir bike.

Çavdêriyê got erebeyên barhilgir yên alîkariyan îroj şemiyê derbasî taxa el-Weir bûn di çarçoweya agirbestê de.

Acansa SANA û Çavdêriya Sûrî gotin teqîn li nêzîkî nexweşxaneyekê li Taxa el-Zehrai rûda û ziyaneke mezin gîhande derdorê.