Hevbenda Niştîmanî jibo Demokrasiyê li Myanmar, ya ku, xanim Aung San Suu Kyi serokatiya wê dike, serkeftinek mezin di hilbijartinên welatê xwe de bidest xist ku, doh roja Yekşemê hatbûn destpêkirin.
Gotebêjê hevbendê, U Win Htein îroj Dûşemê ragihand ku, li gor encamên destpêkê didin xweyakirin ku, hevbenda niştîmanî jibo demokrasiyê, heta niha liseranserî welatê Miyanmar 70% ji denagna bidest xistine. Herweha li navenda welat ku piranîya welatiyan li wir dijîn rêjaya serketinê 90% ye.
Çavdêr didin zanîn ku, dîsan hilbijartinên Myanmar, ne hilbijartinên tam demokrasî ne, jber ku, destûra welêt rê dide 25% ji kursîyên parelemanî jibo leşkeran bê terxankirin, herweha nabe serok welat hevjînek biyanî hebe û zarokên wan ji kesên biyani bin.
Xanim Aung San Suu Kyi, ku weke symbola demokrasiyê tê naskirin, ji layengirên xwe re gotîye "divê hun dijberên partiya wan ture nekin, yên ku ev nîvsedeye desthilata welêt girtîye dest".
Ji alek din, serokê Komîta hilbijartinan U Win Htein, jibo rojnamevan daye xweyakirin ku, 48 haletên sextekariyan di hilbijartinan de hatine tomarkirine.