Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di bernameyeke televîzyona CNN Turk’ê de gotibû “PKK ne rêxistineke terorîst e" derengîya şeva borî hate binçav kirin.
Piştî ku serdozgerîya Bakirkoy a Stenbolê ser gotinên Elçî biryara lêpirsînekê hember wî dabû. Parêzêrê Kurd ji alîyê polîsên dijî terorê ve hate binçav kirin.
Elçî ku bi firokê yekê ya îro sibeh ji Stenbolê re hatibû veguhastin, bi daxwaza girtina wî niha li Stenbolê ye.
Hêjayî bîrxistinê ye Elçî berî çen rojan ji Dengê Amerîka re li ser kempeyna dijî xwe agahîyên balkêş dabûn.
“Ji her kesekî ku derdikeve televîzyonan, dixwazin ku ew bejin PKK rêxistineke terorîste û ev yek jî li pêşîya nîqaşên pirsa Kurd dibe astengeke mezin.”
Tevî ku Elçî bi propogandaya PKKê tê tawanbar kirin jî, wî rexne li PKKê kiribû ku di mehên dawî de stratejîya şerê gel li bajaran zirarê dide sîvîlan.