Di Encama Zincîre Êrîş De Li Bexda 8 kes Tên Kuştin

Polîsê Îraqê dibêje di zincîre êrîş de li derdoora Bexda 8 kes jiyana xwe ji dest didin û bi dehan jî birîndar dibin.

Êrîşa herî mirdar îroj şemiyê li rojhilata taxa el-Şeib cih girt. Berpirsekî polîs dibêje bombeyeke di hindirê basekê de 3 kes kuştin û 7 jî birîndar kirin.

Li Husseiniya, li bakurê rojhilata Bexda, berpirsekî polîs dibêje bombeyeke li sere rê, li nêzîkî bazareke qerbalix du kes kuştin û 9 jî birîndar kirin.

Du kesên din hatin kuştin başûrê rojava Bexda, li taxa Arab el- Jabûr, dema ku bombeyek li ser rê bi komek merên êleke Sunnî de teqya ku wan nobedariya herême dikirin.

Polîs her wiha dibêje kesek hate kuştin li taxa el- Mohshahida, dema ku bombeyek bi seytereyeke leşkerî de teqya.

Berpirsên nexweşxaneyan ev jimar dupat kirin. Berpirsan hemî nexwestin nave xwe diyar bikin ji ber wan deshilata axaftina li gel rojnamevanan nebûn.