Xerbî Heso: Lê vê Dema Guhertinên Herêmî, Divê Kurd Yek Bin

Rûsya bi hêz derbasî pirsa Sûrîye dibe, bi riya pêkanîna êrîşên esmanî dijî, weku ew dibêje, DAÎŞ û hêzên din yê terorîst. Lê heta niha Rûsya bi eşkere projeya xwe li Sûrîyê diyar nekiriye.

Nûnerê partîya Şepola Pêşeroj li Herêma Kurdistanê Xerbî Heso di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, heta niha Rûsya behsa mafên Kurdan nekiriye, lewra Kurd nikarin hêviyeke mezin bi Rûsya hebe.

Birêz Heso herwesa da zanîn, nexşa herêmê tê guhertin û gereke Kurd baştir amade bin, herçende nakokî di nav aliyên siyasî de hene.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Xerbî Heso