Hewas Xelîl: Hevpeymanî Bawerîyeke Xurt Bi Kurdan Heye

Kombûna nûnerê Amerîkî Bret McGurk digel serokê herêma Kurdistanê û hevserokê PYDê biryar e hewleke Amerîka ye jibo yekkirina hêzên Kurdan di şerê dijî DAÎŞê de.

Lê her kiryareke leşkerî ya hevbeş divê digel lihevhatineke siyasî be.

Endamê desteya hevpeymanîya oposizyona Sûrî Hewas Xelîl di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re dibêj, berjewendîya Kurdan û hêzên navnetewî di şerê dijî terorê de hevdu digirin û ji hev bawer dikin.

Herwesa birêz Xelîl da zanîn, eger rêkeftina siyasî nebe rêkeftina leşkeri jî çê nabe û li dawîyê berevanî ji Kurdistana Rojava re erkê sereke yê tevahiya Kurdan e.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Hewas Xelil