Bîranîna 14an ya Hêrişên 11 Îlonê bo Ser Amerîka

Hêrişa terorî ya 09.11.2001

Hatiye plankirin ku îro roja Înê li seranserî Amerîka bîranîna 14an ya hêrişên Terorî liser Welatên Yekgirtî yên Amerîka bê encamdan, dema ku, gropên terorîst li roja 11 Îlonê 2001ê, bi 4 balefiran hêriş anîne ser New York û Washington ê, di van hêrişan de, 2 balefiran xwe li cûtvavahiyê bingehê bazirganiya navnetewî xist bûn li New York ê, herdu avahî biserhevda anînbûn xwar, herweha balfirek din li dij avahiyê Pentagonê li Washington hatbû biakranîn, balefira çiwaran jî, li herêma Shankisville li eyaleta Pennsylvania ketbû xwar beriya bigihe armanca xwe ku, Washington bû.

Di wan hêrişan de nizîkî 3000 kes mir bûn, îro li bajarê New York, malbatên qurbaniyan piştî lêxistina zenga xemgîniyê, dê yek bi yek navên qurbaniyan bang bikin, herweha rê û resmên gelêrî û fermî bi amadebûna Serokê Amerîka Barack Obama û Wezîrê Berevaniyê Ashton Carter hind çalakî pêkbên û li hemû Amerîka çalakiyên curbicur li salvegera 14an ya vê bûyerê dê bêne encamdan.