Swîd Budceya Taybet Jibo Penaberan Terxan Dike

Serokwezîrên Swêdê

Hukumeta Swêdî radighîne ku, ji sedema hatina hejmarên zêde yên Penaberan ew neçar mane ku, budceyeke taybet ya salane jibo hembêzkirina Penaberan terxan bikin.

Hukumetê 1.8 Bilion Kronên Swêdî 191 Melion Euro, 215 Melion Dolarên Amerîkî jibo xerciyên sala 2016 dane Şaredariyên xwe, herweha jibo sala 2017an jiî, 2.6 Bilion Kronên Swîdî terxan kirine.

Hukumeta Swîdî dibêje ku, ew dê van peran bi şêweke dawerane biser Şaredariyan de dabeş bikin, daku her yek ligur Îmakên xwe bikarbin penaberan bi şêweke baş hembêz bikin, wan bidin xwendin, fêrkirina ziman, rahênankirin, zarokên wan bidin perwerdekirin, herweha wan di nava civaka Swêdî de întîgire bikin, dîsan beşek ji van peran dê jibo nehêlana nehezî û nakokiyên nijadî bihên xerckirin, weke doh Serokwezîr Stefan Löfven ji partiya soşial demokratan jibo rojnamevan daye eşkerkirin.

Li Swîdê sala par 80.000 kesan daxwaza Penabertiyê kirine ,Îsal 2015 heya nuha, 50.000 penaber gihane Swîdê., herweha wezîra karî xanim Ylva Johansson got ku jibo dabeşkirina hejmara penaberan biser Şaredariyan de bi Şêweke dadwerane planek din ya pêşwext heye ewê 01.01 2017an pêk were.

Swîd îstgehek herî lipêşe di nava welatên yekêtiya ewropa de, jibo daxwazkariya Penabertiyê, piraniya penaberan li bajarên mezin yên weke Stokholm, Gutenberg li navendê û Malmo li başûrê welêt hatine bicikirin, hejmara herî zêde ya penaberan ji Sûriyê ne.