Hinek raport diyar dikin ku lihevhatinek sê alî di navbera Rûsya, Sûrîyê û Erebistana Saudî de hate pêkanîn. Lihevhatin derbarî rewşa Sûrîye ye û peydakirina çareseriyê jibo şerê navxweyî li wir.
Li gorî wê kombûnê, daxwaz ji Erebistana Saudî hate kirin destberdarî opozisyona Sûrî bibe, hember vekêşana hêzên Şîa ji Sûrîyê.
Dr. Sededîn Melle, siyasetmedarê dêrîn, di hevpeyvînekê de gote Dengê Amerîka, "bi bawerîya min her rêkeftinek bêy beşdarbûna hemu welatên herêmê û aliyên sereke yên cîhanê encameke baş nabîne."
Dr. Melle herwisa got, gerek e mafên kêmnetewan li Sûrîyê di her guhertineke siyasî de bên parastin.
Your browser doesn’t support HTML5