Xelîl Baran: Dewleta Tirkiyê Plan jibo Çareserkirina Pirsa Kurd Nîne

Şandên HDP serdana Başûrê Kurdistanê û Ewropayê dikin weku hewlek jibo ragirtina şerî li navbera hikûmeta Tirkiyê û hêzên PKK û da careke din vegerin danustandinên aştîyê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerêka, nivîskar û şarezayê siyasî Xelîl Baran dibêje, siyaseta Kurdan dixwaze pêvajoya aştîyê careka din destpê bike.

Birêz Baran got, "bi dîtina min gerek e cudahî di navbera çareserkirina doza Kurdan û pirsa destberdana PKK'ê bo çekan de hebe."

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Xelil Baran