Îraq di rêzbenda pêşîn de ya lîsta welatên pir gendel tê, jiber nebûna sîstemeke dadwerî û hikûmeteke bihêz, li demekê welat ketiye nav şerekî mezin ligel komên terorîzmê.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê parlamena Îraqê Dr. Erdelan Nûredîn got, şêwaza birêvebirina Îraqê û dabeşkirina desthilatê ya xirab, ev welat ketiye ber gendeliyeke mezin.
Dr. Nûredîn herwisa got, teror û gendelî heman karîgerî li ser Îraqê hene, çinkû herdu welêt wêran dikin û gerek e karekî gelekî mezin bête kirin jibo kêmkirina gendeliyê.
Your browser doesn’t support HTML5