Bi dirêjahîya 10 salên borî alozîyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendîya Bexda berdewamî heye. Kurdan wek naçarî dest bi firotina petrola xwe kirin da budceya hikûmetê misoger bike.
Di hevpeyvîneka Dengê Amerîka endamê berê yê perlemana Îraqî Dr. Rêzgar Qasim got, li Îraqî yek ji baştirîn destûr pesend kirin lê mixabin pêgirî pê nayê kirin, lewra alozî berdewam in.
Birêz Qasim herwisa da zanin, hikûmeta Îraqî bi rêkeftinan pabend nebû, jiber hindê Kurdan bi serbixwe petrol hinartine bazarên cihanî da pirsa xwe ya aborî çareser bikin.
Your browser doesn’t support HTML5