Tîrêj: Bandora Rêkeftina Navokî ya Îranê li Rojhilata Navîn

Hilbijartina serokê reformxwaz yê Îranê Hesen Ruhanî dergeh jibo rêkeftineke navokî navbera Îran û welatên hêzdar yên cîhanê vekir.

Piştî danûstandinan du salan dirêj kir, rêkeftineke di dumahîkê de pêk hat. Lê hejmareke welatên hevalbend yên Amerîka nerazîbûna xwe li ser rêkeftinê diyar kirine.

Mahmoud Abbas

Bernama Tîrêj vê hefteyê mêvandarîya nivîskar û şarezayê siyasî Dr. Mehmûd Ebas û nivîskar Merwan Osman kir da ku li ser vê mijarê bi dirêjî rawestin.

Dr. Ebas got, rêkeftin dê Îranê neçar bike ku siyaseta xwe ligel welatên Rojhilata Navîn biguhere, li dema welatên Rojava dixwazin hevsengîyê li navbera welatên Sunnî û Şia were ragirtin.

Merwan Osman

Lê birez Osman dibêje, rêkeftin wê qezencên mezin bigehîne Îranî, lê di heman demê de ewê qezencên mezintir bigehîne welatên Rojava.

Your browser doesn’t support HTML5

Tîrêj # 11