Nêçîrvan Mam Nûrî: Tirkiyê bi Eşkereyî Piştevaniya DAIŞ Dike

Salek di ser ragehandina “Dewleta Xîlafetê" re ji aliyê rê grupa terorîst ya DAIŞ ve derbas bûye, lê hîn ew hêza wê her xurtir dibe û kiryarên wê yên terorîst ne tenê li Rojhilata Navîn pêk tên, lê belê gefeyê biser li tevahiya cîhanê dike.

Di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de ligel çavdêr û şarezayê siyasî Nêçîrvan Mam Nûrî egerên bihêzbûna DAIŞê şîrove dike û dibêje, hebûna hinek welatên mîna Tirkiyê piştevaniya çekdarên DAIŞ bike, wê bêtir bihêz be û gefan rojekê ji rojan li Tirkiyê bixwe jî bike.

Birêz Nêçîrvan herwisa da zanîn, hemû aliyên hevpeymanîya navnetewî ne li ser hev in jibo hinek berjewndîyên xwe, "lê min bawerî heye li paşerojê hevpeymanîya navnetewî bêtir yekrêz dibe".

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Nêçîrvan Mam Norî