Piştî hejmareke Kurdên Êzîdî ber bi Stenbolê û paşê ber bi tixûbê Bulgaria ve ketin bi mebesta gihiştina welatên Ewrupayî, polîsê Tirkiyê rê li ber wan digire.
Edîba Qasim penabereke kampa şirnexê ye. Ew di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka got, "hingî rewşa me xirab e me biryar da yan em bigihêjin cihekî aram yan jî birmirin."
Xanim Edîba da zanîn, polîsê Tirkiyê li kampa Midyatê li penaberên Êzîdî xistin û destên hinekan ji wan şikandin û rê li ber nexweşan digirin ku neçin ser bijîşkan.
Your browser doesn’t support HTML5