Hisên Koçer: Rizgarkirina Girê Sipî Wê Têkçûneke Mezin be ji DAIŞ re

Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi alîkariya êrîşên esmanî yên hevpeymaniya navnetewî tevî girûpên şervanên Ereb û Suryanî, bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞ rabûne da ku Girê Sipî ji dest wan rizgar bikin.

Fermandarê YPG û berpirsê peywendiyan Dr. Hisên Koçer ji Serêkaniyê di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re dibêje, rizgarkirina Girê Sipê gelekî girîng e di asta şer de, "ji ber wê sînorê Tirkiyê li ber wan [DAÎŞ] bê girtin û nema dikarin alîkariyê ji wir wergirin." Birêz Koçer herwisa dibêje, ewê riya çûn û hatinê li ber çekdarên DAÎŞ were girtin.

Birêz Koçer herwiha dibêje, ev şerekî hevbeş e û herkes ji xwecihên Rojavayê Kurdistanê cihê xwe tê de digire û berevaniyê di ber wê de dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Dr Hisên Koçer-LA 6-13.wav