Bernameya Tîrêj: Hilbijartinên Tirkiyê 2015

Jibo aliyên siyasî û bi taybet partîya ser bi Kurdan HDP û partîya desthilatdar AKP, girîngiyeke taybet di hilbijartinên Tirkiyê de heye.

HDP dixwaze bendava 10% derbas bike da rê li AKP bigire bi tena xwe hikûmetê ava neke. Li vê dema ku AKP dixwaze sîstema welêt ji parlamenî bike serokatî.

Bernameya Tîrêj vê hefteyê mêvandarîya Dr. Ebdulrehim Ozmen, Mamostayê zanîngeha Dicle û nivîskar Xelîl baran dike.

Birêz Ozmen dibêje, xirabbûna rewşa Tirkiyê li du salên borî bandor li ser kêmbûna dengên AKP wê bike, li vê dema ku birêz Xelîl dibêje, qanûnên Tirkiyê li ser pirsên kêmnetewan dê neyên guhertin.

Bernameya Tîrêj bernameyeke nû ye ji Dengê Amerîka ku bi awayekî heftane ji aliyê Xalid Fetah ve tê pêşkêşkirin. Di vê bernamê de emê roniyê dixînin ser pirsên girîng yên rojevê û wan babetan ligel pisporên taybet şirove dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Tîrêj # 5