Di bernama vê hefteyê de ya Rastewxo Legel Êwe (Zindî Ligel We) em behsa mijareke germ ya rojevê dikin: gendeliya li nav Federyasona Navnetewî ya Futbolê (FIFA).
Berî çend rojan, FIFA kete rojevê piştî ku jimareke karbidestên wê ji li ser tawanên gendeliyê hatin girtin. Ev girtin jî hatine holê piştî ku doseyên dijî FIFA li Amerîka û Swîsrayê hatin vekirin.
Di heman demê de, hilbijartinên serokatiya FIFA'yê pêk hatin û serokê wê Sepp Blatter careke din hate hilbijartin. Blatter ji sala 1998 ve serokatiyê vê rêxistina sporê dike.
Di vê bernamê de du kesên pispor dibin mêvan jibo li ser vê mijarê biaxivin: Dana Heme Kerîm, navbijîvanê niştimanî li Belcîkayê û herwiha Azad Goleyî, rojnamevanê sporê li Swîsrayê.
Your browser doesn’t support HTML5