Nêzîkî mehek maye ku hilbijartinên giştî li Tirkîyê pêk werin. Partîyên sîyasî xebatên xwe yên propogandayî didomînin.
Hevdem Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi hinceta vekirina projeyên dewletê serdana gelek bajaran dike û axaftinan dike.
Partîyên opozîsyonê û beşek ji medya Tirkîyê rexne li birêz Erdogan digirin ku wek alîyek tev li kempeyna hilbijartinê dibe û jibo AKP dengan dixwaze.
Rojnamevanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Qedrî Dersilavî serdana Erdogan ya Batman, Dîyarbekir û Sêrt dinirxîne.
"Erdogan dibîne ku dengê AKP di pirsnameyan de hindiktir dibe, loma jî derdikeve meydanan, êrîşî HDP'ê dike ku dengên AKP zêde bike."
Your browser doesn’t support HTML5