Merwan Osman: Welatên Rojava Nikarin Rewşa Rojhilata Navîn Bixwînin

Karbidestên welatên Rojavaa di daxuyaniyên xwe de behsa tevlîkirina rejîma Sûrîyê di çareserîya pirsa şerê navxweyî de dikin, li dema ku piranîya wan welatan li despêka serhildana gelê Sûrî gotin rîjêma Beşar Esed ne rewa ye.

Lê lêkoler û nivîskar Merwan Osman di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka got, welatên Rojava dizanîbû pirsgirêkên mezin li Rojhilata Navîn hene, lê wan nikarîbû xwendineke baş jibo meselê bikin, lewra rewş aloztir bû.

Birêz Osman da zanîn, çavkanîyên tundrêyan hene û berpirsyaretiya hemû gelên Rojhilata Navîn û welatên cîhanê ye ku van çavkanîyên abûrî û civakî rawestînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Merwan Osman