Zûbêr Yûsif yek ji hunermedên Kurd e ku bi peykersazî, şêwekarî û mûzîkê berhema xwe dide nasîn û hest û ramanê xwe tîne ziman.
Di hevpeyvîna hunermend û peykersaz Zûbêr Yûsiv de bi Dengê Amerîka re di bernama Deng û Reng de, girêdan xwe bi xwezaya Kurdistanê û Navenda Mezepotamya ve şîrove dike û dibêje ku naveroka berhemên wî li ser afsaneya cih, war û sawirên deverê ava dibin.
herwisa jî Zûbêr got divê Hunermend serbixwe be û nekeve bazarên erzan di siyasetê de da ku bi firhî karibe berhema xwe pêşkêşî gelê xwe bike.
ji aliyekî din ve jî Zûbêr li ser afsan û dastanên Kurdî dibêje, ew jingeha û kaniya herî zelal û zengîn e ji hunera Kurdî re mîna dastana Siyamend û Xecê ya li ser felsefeya hebûn rikberiya jiyanê hatiye ristin û gotin.
Zûbêr bi xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye û nuha li Elmanya dijî û her bi hest û ramanên xwe berhemên xwe bi şêweyekî ciwan û moderin pêşkêşî bîneran dike.
* ji bo bêtir zanîn li ser Zûbêr vir kilîk bike.
Your browser doesn’t support HTML5