Çekdarên DAIŞ êrîşeke berfireh li bakurê Şengalê birin ser hêzên pêşmerge, wek hewleke bo sistkirina bereyên din yên şer, lê êrîşa wan hate şikandin û ti encam ligel xwe neanî.
Efserê fermandarîya Duhokê ya hêza Pêşmerge Neqîb Mustefa Şerefanî, di hevpeyvîneke de ligel Dengê Amerîka agahîyên girîng dide.
"Êrîşên DAIŞ hatin şikandin û nêzîkî 40 termên çekdarên DAIŞ li meydana şer mane û dora 15 heta 20 çekdarên din hatine girtin.
Birêz Şerefanî herwisa got, peywendîyên wan ligel eşîretên Ereban gelekî baş in û Ereb hest dikin ew ji alîyê Hêzên Kurdan ve tên parastin.
Your browser doesn’t support HTML5