El Qayîdeya Hindistanê: Du Rêberên Me bi Firokên Bê Firokevan Hatine Kuştin

Bedevkekî Şaxê nû yê el Qayîde li Hindistanê dibêje, êrîşên firokên bê firokevan yên Amerîkî du rêberên wan li Pakistanê kuştine.

Di peyameke dengî de ku îro Yekşemê hate belavkirin, Usama Mehmûd herdu kesên kuştî bi navên Ehmed Farûq û Qerî Îmran da nasîn. Herdu kes berpirsên karûbarên Afganistanê li nav rêxistinê bûn. Usama Mehmûd herwiha dibêje, Îmran di êrîşeke 5ê meha yekê de hate kuştin û Farûq di êrîşeke piştî wê de hate kuştin.

Rêberê el Qayîde Eymen el Zewahîrî Êlûna bûrî şaxê el Qayîde li Hindistanê ragihand. Rêxistina terorîst girîngiya xwe ya navneteweyî nema dibîne, piştî ku rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) deverên berfireh li Sûriye û Îraqê kontrol kiriye.