Kovareke mîzahî ya rexnegirî dibêje, dadgehê 11 meh cezayê zindanîkirinê da 2 karîkaturîstên wê, bi sedema ku wan Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biçûk xistine.
Rêvebirên kovara Penguen dibêjin dadgehê cezayê Bahadir Baruter û Ozer Aydogan qulipand cezayê diravî.
Li gor biryarê divê her du humermend bi qasî 7000 hezar lîrayên Tirkî anku $2700 ceza bidin.
Berê jî jimareke kesên din bi heman sedeman hatibûn darizandin, ku ew yek di bîra giştî de wek bêdengkirina cudabîran û dortengkirin azadîya ramanê tê dîtin.