Durisitkirina mîlîşyayên çekdar yên Şîa li Îraqî jibo bersinggirtina çekdarên Daîşê, diyar e li paşerojê dê bibe egera hevrikîyan digel aliyên din wekî Sunniyan.
Endamê berê yê parlamena Hamîd Adil Îraqê dibêje, komelên çekdar yên Şîa piştevaniyeke mezin ji Îranê werdigirin lewra Amerîka nexwest beşdarî êrîşa bi ser Tikrîtê bibe.
Birêz Adil herwiha got, şerê niha tê kirin şerekî Sunne û Şîa ye; aliyek Îran û hevalbendên wê pêk tîne û aliyê dî jî Rojava û hevalbendên wê li herêmê birêve dibn.
Your browser doesn’t support HTML5