Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşek bi ser devera Bexdadî ya parêzgeha Enbar de kir, piştî vekêşana leşkerên Îraqî. Di encamê de jimareke kesên sivîl hatin kuştin.
Peyvdarê Serokê Encûmena Parêzgeha Enbar Suleyman El Kubêsî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, ji egera vekêşana artêşa Îraqê qurbanî hatine dayîn û çekdarên Daîşê zarokeka keç ya 5 salî kuştin.
Birêz El Kubêsî hikûmeta Îraqî gunhbar kir ku piştevaniya durist jibo xelkê Enbar nake da ku deverên xwe azad bikin.
Your browser doesn’t support HTML5