Polîsê Denmarkê Bawer Dikin Wan Êrîşbirê Bûyera Kopenhagenê Kuşt

Polîsê Denmarkê dibêjin, guman heye mêrê ku îro Yekşemê li ser destê wan hate kuştin li dû êrîşên roja Şemiyê li Kopenhagenê bû ku di encama wan de du kesên sivîl hatin kuştin û pênc efserên polîsê birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, ti belge nîne ku çekdarên din di teqelêdanê de beşdar bûn. Yek ji êrîşan li ser civîneke derbirîna azad bû û ya din jî ji derveyî kenîseya Cihûyan ya sereke li Kopenhagen bû.

Serokwezîra Denmark Helle Thorning îro Yekşemê got ku du kesên bêsûc jiyana xwe ji dest dan, jiber "karekî terorîstî yê xwîn sar li Denmarkê." Wê got, ewê kesên ku "êrîşî civaka Denmarkê ya azad û demokrat dikin," dê werin muhasebekirin.

Di civîna derbirîna azad de, karîkatorîstê Swêdî Lars Vilks amade bûbû. Vilks bi karîkatorên xwe yên sala 2007 tê nasîn, dema ku wêneya Pêxemberê Misilmanan, Mihemed çê kiribû. Vilks ti ziyan di êrîşa roja Şemiyê de nedît.