Nûnera Hikûmeta Herêmê li Washington Abdulrahman Konferansa Dijî DAÎŞ Dinirxîne

Konferansa dijî Dewleta Îslamî

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Nûnerê nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Xanim Bayan Samî Abdulraman li ser çend babetên girîng nirxandinan dike.

Birêz Abdulrahman li ser konferansa navnetewî ya dijî Dewleta Îslamî, ku li Londonê rêve çû, dibêje tiştekî şaş bû ku Kurd nehatin vexwandin.

"Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li ser erdê dijî DAÎŞ şer dikin û dibin qurbanî, loma jî divê Kurd bihatana dawet kirin. Ji me re hatiye gotin ku Serokwezîrê Îraqê Abadî nûnertîya hemî Îraqê dike."

Abdulrahman dibêje, divê Kurd pirtir xebatê bikin ku hikûmetên hêzdar qane bikin ku Kurd li erdê hêzeke mezin in.

Your browser doesn’t support HTML5

Bayan_Sami_Abdulrahman_DS