Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşeke berfireh birine ser deverên Gwêr û Mexmûrê, lê hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê rê li ber wan girt û ew şikandin.
Endamê berê yê parlemana Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyê xwebexş Qadir Hesen di hevpeyvînekê di ligel Dengê Amerîka dibêje, êrîşa teroristên Daîşê bi serperştîya Ebû Bekir el Bexdadî bû û bizavek bû da şikestinên xwe li berokên di yên şerî veşêrin, lê careke dî êrîşa wan hate şikandin.
Birêz Hesen herwisa got ku beroka şerî gelekî berfireh e, lewra çavdêriya bi dehan kîlometran zehmet e, ev yek jibo leşkerên dewletan jî zehmet e.
Your browser doesn’t support HTML5