Hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê pêşveçûn li beroka şerê dijî çekdarên Dewleta Îslamê li Şengalê dikin, li vê dema ku çekdarên terorîst ber bi tixûbê Sûriyê ve direvin. Oprasyoneke leşkerî ya berfireh ev bûye du roj e berdewam dike jibo dubare vegerandina bajarê Şingalê li jêr desthilata Kurdan.
Endamê desteya Bilind ya navenda Laleş, Şemo Qasim di hevpeyvênekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, hêzên Pêşmerge bi hemahengiya hêzên hevpeymanan bi rêberayetiya Amerîka egera serkefitin û pêşveçûnên xwe li dijî Daîşê li Şingalê bidest xistin.
Birêz Qasim da zanîn, hijmareke xelkê ji Çiyayê Şingalê daketine û ber bi kempên bajarê Duhokê ve çûne heta ku rewşa deverên wan asayî bibn.
Your browser doesn’t support HTML5