Arif Qurbanî: Pirsa Sereke ligel Bexdayê ne Buce Ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê rêkeftinek îmze kirin da ku herdu alî ji pirsgirêka buceyê qurtal bibin û jibo bersingiritina çekdarên DAÎŞ bi hevre rawestin.

Nivîskar û vekolêner Arif Qurbanê di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, min bawerî nîne rêkeftina Hewlêr û Bexda ya dem dirêj be, jiberku pirsa Kurdan ne bitenê buce ye, lê belê pirsa xak û mafan heye.

Birêz Arif Qurbanî herwisa got, niha petrola Kerkukê ketiye jêr desthilata Kurdan û ev wê pirsa çareserkirina deverên li derveyî desthilata Kurdan bi awayekî hêsantir çareser bike.

Your browser doesn’t support HTML5

hevpeyvin digel Arif Qurbani