Şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan ligel hikûmeta federal ya Îraqî pêk tînin, bi merema çareserkirina pirsên aloz yên herdu alîyan, weku pirsa petrolê, benda 140 ya destûra Îraqê û herwisa pirsa Pêşmerge.
Endamê Kurd li Parlemana Îraqî Osman Tahîr Hemzanî Doskî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, kombûn û dîyalog ligel hikûmeta Îraqê herdem karekî baş e bo bidestvexistina berjewendîyan.
Herwisa birêz Doskî got, divê serokwezîrê Îraqê reftar û serederîyeke cuda ye jî reftarên Malikî digel Kurdistanê bike û "ez bawer dikim birêz Ebadî ders û raman ji şêwaza karê hikûmeta Malikî wergirtine."
Your browser doesn’t support HTML5