Li jêr çavdêriya serokatîya Herêma Kurdistanê aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê berdewamiyê didin civînan bi mebesta gihiştina rêkeftinekê jibo rêvebirina deverên Kurdan li Rojava.
Lê li gorî tê ragihandin, danûstandin ketine ber astengiyan ku li ser rêjeyaa her aliyekî alozî hene.
Endamê polîtburoya Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûrî Ehmed Silêman di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, bê-bawerî di navbera herdu aliyan de heye û Hewlêr û Qendîl dikarin pirtir baweriyê bidin civînan.
Herwisa birêz Silêman got, gerek e rêkeftin zelal be da careka din alozî peyda nebin û baştir xizmeta doza gelê xwe bikin di vê rewşa tengav de.
Your browser doesn’t support HTML5