Çekdarên Dewleta Islamî ya terorist berdewamîyê dide êrîşên xwe li ser gundên devera Kobanê ku bi egerê de bi dehan hezaran xelkên medenî koçber bûne.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka rojnamevan Sîrwan H. Berko dibêje, rewşa koçberên Kobanê pir xirab e û ew alîkarîya tê kirin ji aliyê xelkê devera Sirûcê têra hejmara pir ya koçberan nake.
Birêz Berko herwisa got, Tirkîyê dergehê tixûb girt, piştî hinek pevçûn digel xelkê derket û hejmareke zor ya xelkê li ber dergehê sînorî asê bûne.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fayla dengî klik bikin.
Your browser doesn’t support HTML5