Heval Xelef : Divê Kurd Êzîdîyan Tenê Nehêlin

Kurdên Êzîdî li Amêrîka hewil didin dengê gelê Şengalê bigehînin karbidestên Amêrîkî.

Kurdên Êzîdî yên li wîlayeta Teksasê derketin xwepîşandanê û niha xwe amade dikin ku dengê xwe bigînin Washingtonê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, bizavkar Heval Xelef dibêje, divê gelê Şengalê tenê nemîne.

"Divê ku doza Êzîdîyan here ser maseya dewletên navnetewî û bi taybetî Amêrîka da ku gelê Êzîdî ji qirkirinê li ser destê çeteyên DAIŞê bêne parastin."

Heval herwiha dibêje, bera Şengal û Êzîdiyên wê nebin qurbaniyên bazirganiyê û bera serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, li wan xwedî derkeve.

Hûn dikarin dirêjahiya vê hevpeyvînê li ser vê fayla dengî guhdarî bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Heval Xelef_8_6