Nûçegîhanê Washington Post li Tehranê Hate Girtin

Karbidestekî Îranî piştrast kir ku nûçegîhanê The Washington Post yê li Tehranê hate desteser kirin.

Washington Post îro Pêncşemê ragihand, îhtîmaleke pir mezin e ku Îranê Jason Rezaian ligel 2 hevkarên xwe yên Amerîkî desteser kiriye.

Rojnamê got, ew hîn nizanin kê ew kesana bi çi sedê binçav kirine û lê got ku ew jiber binçavkirin û rewşa wan pir xemdar in.

Rêvebirê Dadê li Tehranê Gholam-Hossein Esmaili got, Rezaian jibo lêpirsînê hatiye desteser kirin û di demeke kin de aghahî ji bîra giştî re bê dayîn.