Tirkîye Dawî li Lêgerîna Karkerên Felaketa Soma'yê Anî

Tîmên hawarçûnê li Tirkîyê dawî li operasyona xwe ya lêgerîn û rizgarkirina karkerên li madena komirê anîn.

Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Taner Yildiz roja Şemîyê got, tîmên lêgerînê termên 2 karkerên din dîtin û hejmara giştî ya qûrbanîyan giheşte 301 kesan.


Taner Yildiz got, ewbawer dikin ku ew 2 kes karkerên dawî bûn ku li bin kavilên komirgehê Soma Holding li Rojava Tirkîyê mabûn.

Yildiz dîyar kir ku 485 karker yan xwe filtandin yan jî hatine rizgar kirin.